Cüneyt Çelik
19 Tebax 2021•Rojanekirin: 20 Tebax 2021
Li Akyakaya navçeya Qersê 7 çêlekên di avzêla gola ku hindik maye zuha bibe da asê man piştî xebateke 3 saetan hatin xelaskirin.
Li gundê Aslanhaneya girêdayî Akyakayê 7 çêlekên ji golê av vedixwarin di heriyê da asê man.
Şivan cab da gundiyan ku çêlek bên xelaskirin.
Piştî hewldanake 3 saetan çêlek ji heriyê hatin derxistin.
Ji bo ku ew bên şûştin û teslîmî xwediyê wan bên kirin gundiyan çêlek birin gund.