Bülent Mavzer
21 Tebax 2021•Rojanekirin: 24 Tebax 2021
Çiyayê Sor ê li Tuzlucaya navçeya Îdirê bi dewlemendiya dîroka xwe û xweşiyên xwe yên siruştî va bala siruşthezan dikişîne ser xwe.
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê piştî ku aramî pêk hat û ev yek jî bi kêrî aborî, turîzm û şêniyên herêmê tê û tesîra vê yekê jî her ku diçe zêdetir xwe nîşan dide.
Herêma Rojhilatê Anadoluyê her ku diçe zêdetir sporvanên siruştê diezimîne.
Çiyayê Sor ê li navçeya Tuzlucayê bi dîrok, axa xwe ya sor û bejî va xwedî gelek taybetiyan e û bala ziyaretvanan dikişîne.
Çiyayê Sor li ser sînorê Tirkiye û Ermenistanê ye û ziyaretvan piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj derdikevin serê çiyê û xweşiyên siruştî yên seranserê Çemê Erez û Kelha Sor a berê lê Rêya Hevrîşimê dihat parastin dibînin.
Ji sporvanên siruştê Aygul Kaplankeserê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew hersal li herêmên cuda yên Rojhilatê digerin û îsal jî tevlî koma ji hevalên wê pêk tê biryar dan ku Îdirê serobin bikin.
Kaplaneserê destnîşan kir ku li Îdirê gelek ciyên xweş ên divê bên dîtin hene û wiha pê da çû: "Bi qasî meşeke saetekê dewam kir meriv xwe digihîne serê Çiyayê Sor. Li wê derê me kelha dîrokî dît. Em li keviya Çemê Erez in. Dema meriv derdikeve serê çiyê çar aliyê dora xwe dibîne û ev jî dîmenekî pir xweş e."