Cüneyt Çelik,Ali Çelik
20 Gulan 2025•Rojanekirin: 21 Gulan 2025
Li Qaxizmana navçeya Qersê di şerê çekdarî da 1 jê muxtarê gund 4 kes birîndar bûn.
Li gundê Akçakaleyê du malbatên ku berê di navbera wan da dijmintî hebû, li Taxa Şahîndereyê leqayê hevdu hatin.
Li vir kesên nasnameyên wan nediyar ku di wesayitekê da bûn û endamên malbata dijmin teqîb dikirin, gule berdan dijminên xwe.
Di bûyerê da muxtarê gund Mehmet Emin Kagizman tevî lawê xwe Nihat Kagizman, Fatih Guneş û Ahmet Çiftçi birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristî û polêsan hatin cihê bûyerê.
Ekîban birîndar veguhastin nexweşxaneyê.