Fecri Barlık
21 Gulan 2025•Rojanekirin: 31 Gulan 2025
"Sabûna bittimê ya Sêrtê" ji aliyê Saziya Patent û Markayê ya Tirkiyeyê va bi nîşana erdnîgariyê hat tescîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin, ji bo ku nirxên çandî û aborî yên bajêr bigihêjin dahatûyê, xebat dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr ji bo ku sabûna bittimê wekî "Sabûna bittimê ya Sêrtê" bê qeydkirin, serî li Saziya Patent û Markayê ya Tirkiyeyê dabû û ev daxwaz hat pejirandin.