Cüneyt Çelik,Ömer Tarsuslu
21 Adar 2024•Rojanekirin: 08 Nîsan 2024
Li Qersê dîmenê gundên ku bi berfa biharê spî xemilîn bi dronê hat kişandin.
Di encama berfa ku çendî roj e li bajêr dibare bi taybetî li cih û warên bilind sitûrahiya berfê ji mêtroyekî derbas kir.
Gelek gundên li ser rêya Qers-Goleyê dîsa spî xemilîn.
Ji hêla din va rêya gundê Keçîliyê ya li navçeya Susuzê ji ber berfê hat girtin.
Makîneya kar a Îdareya Taybet a Navçeyê sewqî herêmê kirin û makîne di dema xebata vekirina rê da di nav berfê da asê ma. Nekarîn ku makîneya kar bi traktorê bikşînin, li ser vê qirêder şandin gund. Di encama xebata ekîban da makîneya kar a di nav berfê da mabû hat xilaskirin.
Ji niştecihên gundê Keçîliyê Emrecan Okumuş diyar kir ku li herêmê her adarê berf dibare û got ku "Ji ber ku ev der bilind e zivistan dijwar derbas dibe. Bi qasî 3-4 mehan gelekî berf dibare, înşellah em ê di nîsanê da piçekî rehet bin. Rêya gundê me hatibû girtin, ekîbên paqijkirina berfê hatin û ew jî di nav berfê da man."
Dîmenê gundên ku spî xemilîn bi dronê hat kişandin.