Haydar Şahin
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Bajêr di çarçoveya tevdîrên Kovîd-19ê da li pêşiya Midûriyeta Şaxa Kontrol û Tescîla Trafîkê kontrolê xwe domandin.
Ekîbên polêsan di dema kontrolan da minîbêsek dan sekinandin û golikeke bi rûpêç dîtin.
Hat ragihandin ku heywandar ji bo golika wî ya teze bûye û nexweş ketiye bi Kovîd-19ê nekeve tevdîr hildaye û rûpêç daye ber devê golikê.
Polês pêşiyê şaş û metel man lêbelê belê paşê bi ken û henek heywandarê tevdîr hildabû pîroz kirin.