İbrahim Atmaca
29 Nîsan 2020•Rojanekirin: 30 Nîsan 2020
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12emîn a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Bişev germa hewayê ya herî kêm li Îdir û Tunceliyê 7, li Erzincan û Erziromê 2, li Agiriyê pileyek, di binê sifrê da li Erdexanê 3 û li Qersê 2 pile hat pîvan.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 22, li Erzincanê 20, li Îdirê 18, li Qers û Agiriyê 15, li Erdexan û Erziromê 14 pile tê payîn.