Cüneyt Çelik
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li Qersê ji ber berf û pûkê rêya 17 gundan hat girtin.
Li bajêr berfa ku êvarê zêde kir di hatin û çûyînê da bû sedema tengasiyan.
Ji ber berfê û şertên neyinî yên hewayê li navenda bajêr 1, li Dîgorê 3, li Sariqamîşê jî rêya 13 gundan hat girtin.
Ekîbên Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê yên Îdareya Taybet a Bajêr li rêyên hatine girtin xebat dan destpêkirin.
Tesîra berfê bi navber dewam dike.