Fikret Kavğalı,Mehmet Sancakzade
10 Berfanbar 2025•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2025
Li Yuregîra navçeya navendê ya Edeneyê minîbusa karkerên çandiniyê welgeriya erqa avdanê û di encamê da 18 kes birîndar bûn.
Li Taxa Irmakbaşiyê minîbusa karkerên çandiniyê ya plaqe 06 FP 3243 ya navê ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, ji kontrolê derket û welgeriya erqa avdanê.
Li ser îxbarê gelek ekîbên cendirme, îtfaiye û tenduristiyê sewqî cihê qezayê kirin.
Her wiha 18 birîndarên ji wesayîtê hatin derxistin, bo nexweşxaneyên li bajêr hatin veguhestin.
Ekîban der heqê qezayê da lêkolîn da destpêkirin.