Hüseyin Demirci
15 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê di hefteyên dawîn da bi saya barana barî bereketa giyayê cehtiriyê heye.
Li navçeya Sariqamîşê li herêma Kizilçubukê ku 2 hezar û 500 mêtro bilind e, welatî giyayê cehtiriyê kom dikin. Welatî cehtiriyê hişk dikin, xwê lê dikin û piştî rûnê zeytûnê berdidin serê û dikin şûşikan.
Cehtiriya ku di taştê da weke selete tê xwarin weke çay jî tê vexwarin.
Nurten Yildiza giyayê cehtiriyê kom dikir, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku cehtirî giyayekî şifadar e û wiha axivî, "Piştî baranê cehtirî zêde derketiye. Beriya ku li Sariqamîşê em keşif bikin me berê ji herêma Îskenderun û Hatayê bi kargoyê dianî. Li wan herêman diajon, lê li vir bi xwe hêşîn dibe. Em vî giyayî hişk dikin, xwê lê dikin û piştî rûnê zeytûnê berdidin serê û dikin şûşikan. Meriv dikare li ber her tiştî bixwe. Şifa ye."