Halife Yalçınkaya
15 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2023
Li Sêwasê texsiya ku malbata ji betlaneyê dihat tê da bû û kamyon li hev qelibîn û di qezayê da 3 jê ji heman malbatê 4 kes mirin û kesek jî giran birîndar bû.
Texsiya bi plaqeya 58 T 0979 ku Engîn Polat diajot li ser rêya Sêwas-Erzincanê li ser rêya kêlekê bi kamyona bi plaqeya 28 ACA 910 ku E.G. diajot û zevze barkirîbû va li hev qelibîn.
Di qezayê da şofêrê texsiyê û Abdulkadîr (45), Zeynep (37) û Zeynep Bîlge Unsala (12) di wesaîtê da mirin.
Ayşe Buglem Unsala (10) giran birîndar bû jî rakirin Nexweşxaneya Numûneyê.
Der barê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin û li gor agahiyan malbata di texsiyê da ji Alanyayê ji betlaneyê hatiye û ji bo herin mala xwe ya li Taxa Egrî Kopruyê ji Otogara Sêwasê li texsiyê siwar bûne.
Waliyê Sêwasê Yilmaz Şimşek û Midûrê Ewlehiya Sêwasê Burhan Akçay li ciyê qezayê ji rayedaran agahî hildan.
Yilmaz Şimşek daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku qeza serê şeveqê derdora 5.30yan da çêbûye û wiha got, "Kamyon û texsiya ticarî li hev qelibîne û mixabin 4 welatiyên me mirine û birîndarek jî giran e. Gorî dîmenên qezayê em texmîn dikin ku texsî ji roniyên sor derbas dibe û qeza çêdibe. Ji Alanyayê hatine. Malbat li Sêwasê rûdinê."