Cüneyt Çelik
16 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 18 Cotmeh 2022
Çanda cirîdê ya ku wek lîstikeke şer tê zanîn li gundên navçeya Selîmê ya Qersê tê parastin.
Li Navenda Werzişên Kal û Bavan a Destînasyona Turîzmê ya 23 hezar mêtroqereyî werzîşvanên Kluba Cirîda Bihespan a Çiyayê Allahuekberê ya Başkoyê û werzîşvanên Kluba Werzişên Bihespan ya Qers Kafkasê hatin pêşberî hev.
Werzîşvanan serê sibê li gundên Kekeç û Başkoyê amadehiyên xwe kirin, hespên xwe ji tewleyê derxistin û bi kamyonan va anîn navçeyê.

Dema werzişvanan hespên xwe ajotin û ketin pêşbirkê gundiyan jî temaşeya wan kir.
Serokê Kluba Werzişên Bihespan ya Qers Kafkasê Selçuk Başkaya daxuyand ku di dawiya hefteyê da werzişvan tên bal hev û hewl didin ev werzîşa kal û bavan ji holê ranebe û wiha axivî: "Serê sibê zû em radibin êmê hespan didin. Zivstanê li vir heyameke zehmet derbas dibe. Em hespan xurt dikin. Em pêşbirkan bieleqe temaşe dikin."
Serokê Kluba Cirîda Bihespan a Çiyayê Allahuekberê ya Başkoyê Îlhamî Yildiz jî got ew wek dostan cirîdê dikin û hewl didin ev çand bijî.