Yılmaz Kazandıoğlu
16 Cotmeh 2022•Rojanekirin: 19 Cotmeh 2022
Pişîkên Wanê yên li Navenda Lêkolîn û Sepanê ya Pişîka Wanê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê (YYU), digel ziyaretvanên xwemalî, bala turîstên biyanî jî dikişînin.
Pişîkên Wanê yên ku bi xerîbdostiya xwe, mûyê xwe yê spî û çavên xwe yên rengcuda va ji nirxên sereke yên bajêr in, di "Vîllaya Pişîkan" di bin sîwana YYUyê da tên parastin û xwedîkirin.
"Vîllaya Pişîkan" a ku bûye pêgeha turîstên biyanî yên ji Îran, Iraq, Rojhilata Dûr û Ewropayê û her wiha ji gelek welatên din, di nava hefteyê da zêdeyî hezarî ziyaretvanî diezimîne.

Turîst ji nêz va bi pişîkan ra eleqedar dibin, ji wan hez dikin, mama didin wan û her wiha bi wan ra wêneyan dikişînin.
Midûrê Navendê Prof. Dr. Abdullah Kaya ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, navend di nava hefteyê da ji hêla zêdeyî hezar kesî tê ziyaretkirin ku ji sedî 40ê van jî turîstên biyanî ne.

Kaya bal kişand ku pişîna Wanê di dinyayê da heywaneke bêhempa ye û wiha dewam kir:
"Ji ber liv û lebata xwe, ji ber sernermiya xwe û ji ber ku sembola Wanê ye, pir eleqeyê dibîne. Ev hem ji hêla turîstên xwemalî û hem jî ji hêla turîstên biyanî wiha ye. Hin turîst hene ku bi tenê ji bo dîtina pişîka Wanê, tên bajêr. Navenda me ji saet 8,5an heya 7ê êvarê vekirî ye. Em ji ziyaretvanan pir kêfxweş in."

Hûmayûn Yûsufyanê ji Îranê hatiye Wanê wiha got, "Ev der pir xweş e. Pişîkên pir bedew hene ku rengê çavên wan cuda ne. Min ew hildan hemêza xwe û ji wan hez kir. Ez ji bo herkesî pêşniyaz dikim ku bên Wanê û dîtina vî ciyê xwe."
Şahar Keshawarza ji Îranê ji bo tetîlê hatiye jî wiha axivî, "Pişîkên Wanê pir bedew in. Me got, madem hatine Wanê, em pişîkên wê jî bibînin."
Reiko Înomataya ji Japonyayê hatiye jî diyar kir ku wê cara ewil pişîkên Wanê dîtin û pir kêfa wê ji pişîkan ra hat û wiha got, "Pişîkên Wanê pir bedew in. Cudabûna rengê çavên wan jî tiştekî newaze ye. Ev teqez serbilindiya Wanê ye."