Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,Günay Nuh,Şenol Bozkurt
26 Cotmeh 2024•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2024
Li Qersê hewaya sar û qiravî çêbû û li Erdexanê jî berf bariya.
Li Qersê germahiya hewayê 4 pileyan daket binê sifirê û dar û ber û camên wesayitan qiravî girt.
Li navçeya Sariqamîşê jî germahiya hewayê binê sifirê 6 pile hat pîvandin û ji qiraviya ku ji ber hewaya sar ket, çêre û dar û ber sipî bûn.
- Erdexan
Li Erdexanê jî berf barî.
Berfa ku tevî navenda bajêr li cihê bilind jî zêde bariya, bandoreke neyênî li trafîkê kir.
Li ser rêbeja Turkgozu-Posof-Damalê ji ber berf û qeşagirtinê hinek wesayitan zehmetî kişand.
Ekîbên rêbejan ji bo 11 TIRên ku li texma Seyirorenê di rê da man, dest bi xebatê kirin.