İbrahim Atmaca
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
Li Qersê bi germbûna hewayê û şênbûna siruştê ra teyr û tû li cihên avî civiyan.
Li navçeya Sariqamîşê teyr û tûyên koçber siruşt şên kir û texma Suludere û Soguksuyê ji xwe ra kirin war.
Şalûl li ser çiqên dara yek û yek li kêleka hev rêz bûn û siruşt rengîn kir.
Li gundê Kuyucuka ku li ser navçeya Arpaçayê ye jî leylek vegeriyan herêmê û dest bi çêkirina hêlînên xwe kirin.