Abdullah Tel
13 Gulan 2020•Rojanekirin: 15 Gulan 2020
Kesên li dervayî bajêr dixwazin ji tehma rişteyên Qersê bêpar nemînin siparişê didin û rişteyê dixwazin.
Saziyên (dikanên) sipariş digihînin ber destê wan amadehiyên xwe dikin, paran cihê dikin, dikin pakêt û ji kesên xwestine ra bi kargoyê dişînin.
Dilşah Uluaka tehmên herêmê çêdike û difiroşe daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li gor daxwaza welatiyan rişteya bihêk, şîr û xwerû çêdikin.
Uluakê ragihand ku ew ne demsalî hergav dixebitin û wiha pê da çû: "Em sal û donzde meh rişteyê çêdikin û ji kesên dixwazin ra dişînin. Ji çar aliyê Tirkiyeyê ra em rişteya xwe dişînin."
Ji ber ku meha remezanê ye sipariş zêdetir in û Uluakê jî bal kişand ser vê yekê û got: "Ji ber şewba Kovîd-19ê welatî û turîst nikarin werin lê têlefonî me dikin û rişteyê dixwazin. Em jî tiştên wan xwestine berhev dikin, didin kargoyê û ji wan ra dişînin. Di meha remezanê da eleqe pir zêde bû û firotinên me du qat zêde bûn."