Önder Beyter
22 Îlon 2020•Rojanekirin: 23 Îlon 2020
Li Qersê zîpik barî û navenda bajêr spîçîl bû.
Li navenda parêzgehê ji ber zîpika ku piştî nîvro nişkêva barî, ajokar û welatiyan zehmetî kişand.
Ji ber barîna zîpikê li ser hin kuçe û kolanan teqalên avê çêbûn û her wiha zevî û rê jî spîçîl bûn.
Li navçeya Arpaçayê jî barîna zîpikê dîmenên ji zivistanê derxistin holê.
Her wisa li Damala navçeya Erdexanê li deverên serdest jî bi zîpikê spîçîl bûn.