Önder Beyter
17 Sibat 2020•Rojanekirin: 18 Sibat 2020
Li Qulpa navçeya Diyarbekirê rêyên ku ji ber berfê hatin girtin, vebûn.
Ekîbên paqijkirina berfê yên Şaredariya Qulpê û yên Şaredariya Bajarê Mezin Diyarbekirê, rêyên taxên çiyayî yên ku ji ber barîna berfê hatin girtin, vekirin.
Ekîbên Midûriyeta Karûbarên Fenî yên Şaredariya Qulpê pêşiyê rêyên 44 taxên çiyayî vekirin û dû ra jî rêyên 9 taxên çiyayî yên ku li deverên serdest dimînin, vekirin.
Hat ragihandin ku ji bo vekirina rêyên hin goman jî xebat didomin.