Hilmi Tunahan Karakaya
05 Îlon 2021•Rojanekirin: 07 Îlon 2021
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germa hewayê wê li gor demsalê be.
Li gor daxuyaniya ku ji Midûriya Herêma 12em a Meteorolojiyê hat dayîn, li tevahiya herêmê hewa wê ewrsayî be, li bakurê rojhilatê wê ewrsayî û ewrayî be.
Li herêmê germa hewayê li gor şert û mercên demsalê tê payîn.
Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Tunceliyê 32, li Erzinan û Îdirê 31, li Agiriyê 29, li Erziromê 27, li Qersê 26, li Erdexanê 24 pile tê payîn.