Önder Beyter
05 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
ERZURUM
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahî wê di ser asta demsalê da be.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn hat wergirtin, tê texmînkirin ku li piraniya herêmê hewa wê pir û perçe ewrayî be, li Erdexanê jî car caran berfê bibare.
Li herêmê germahî wê di ser asta demsalê da be û ba jî wê ji hêlên cuda nerm, car caran jî ji rojavayê başûr hinekî qewî rabe.
Li herêmê germahiya bi şev li Îdir û Tunceliyê 1, li Erzinganê sifir, di bin sifirê da li Qersê 10, li Erdexanê 9, li Agiriyê 8 û li Erziromê jî 5 pile hat pîvan.
Germahiya nava rojê jî tê texmînkirin ku li Îdirê 14, li Erzinganê 12, li Tunceliyê 11, li Erzirom, Qers û Agiriyê jî 2 pile be.
Li nava bajaran jî qalindahiya berfê li Erziromê 24, li Erdexanê 14, li Agiriyê 10 û li Qersê jî 5 santîmetro hat pîvan.