Önder Beyter
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Îlon 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêmewrayî û sayî be.
Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 7, li Qersê 8, li Agiriyê 12, li Erziromê 13, li Îdirê 16, li Erzingan û Tunceliyê jî 17 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Tunceliyê 38, li Erzinganê 36, li Îdirê 33, li Agiriyê 32, li Erziromê 31, li Qers û Erdexanê jî 30 pile be.