İbrahim Atmaca
01 Îlon 2020•Rojanekirin: 02 Îlon 2020
Şaredariya Mîdyadê ji bo berên gundan ên organîk sûkek da çêkirin û sûk bi merasimê vebû.
Qaymeqamê Mîdyadê Tekîn Dundar piştî vekirina sûkê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, sûk bi taybetî seba hilberînerên gundan hat çêkirin da ku berên xwe li cihekî paqij û hîjyenîk bifiroşin û bigihînin xerîdaran.
Dundar diyar kir, sûk ji bo cihekî dîrokî û turîstîk ê mînanî Mîdyadê veberhênaneke girîng e û wiha dewam kir, "Em hêvî dikin ku hilberînerên me wê hilberîna xwe bidomînin. Welatiyên me wê bi vê xizmetê va înşellah berên xwe li cihekî paqijtir û xweştir bifiroşin. Ez li ser navê hilberîner û cotkarên me spasiya şaredarê me û hemû xebatkarên şaredariyê dikim ku di vê xizmetê da keda wan heye."
Şaredarê Mîdyadê Veysî Şahîn jî diyar kir ku wan cihê şûştina erebeyan a şaredariyê ji bo berên gundan ên organîk kir qada sûkê.
Şahîn wiha axivî, "Berî niha esnafê me, welatiyên me li kuçe û kolanan berên xwe difirotin. Êdî wê li ser dezgehên xwe yên paqij berên xwe bifiroşin. Ji bo navçeya me bi xêr be."