Önder Beyter
06 Îlon 2020•Rojanekirin: 06 Îlon 2020
Hat ragihandin ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê dê 3 an jî 6 pile ji ser asta demsalê ra be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêmewrayî û sayî be.
Li herêma ku germahî dê 3 an jî 6 pile di asta demsalê da be, ba jî dê ji rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Erdexanê 10, li Qersê 11, li Agiriyê 12, li Erziromê 13, li Tunceliyê 16, li Îdirê 17 û li Erzinganê jî 19 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Tunceliyê 36, li Erzinganê 33, li Agiriyê 32, li Qersê 30, li Erziromê 29 û li Erdexanê jî 27 pile be.