Önder Beyter
15 Mijdar 2017•Rojanekirin: 16 Mijdar 2017
ERZURUM
Li Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê wê 3-5 pile di ser pileyên asayî yên demsalê ra be.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, li piraniya herêmê hewa wê kêmsayî be.
Tê texmînkirin ku li herêmê wê ji hêla bakur û rojavayê bakur va bayekî nerm rabe û car caran jî ev ba wê nîvqewî be. Dîsa li herêmê ber destê sibê û nîvê şevê wê qiravî û bûsî çêbe.
Li herêmê germahiya hewayê wê 3-5 pile di ser pileyên asayî yên demsalê ra be.
Bişev pileya herî nizim a germahiyê li Tunceliyê 2, li Îdir û Erzinganê 2, li Erziromê sifir, li Qersê di bin sifirê da 4, li Erdêxanê di bin sifirê da 3 û li Agiriyê jî di bin sifirê da 2 pile hat pîvan.
Nava rojê pileya herî bilind a germahiyê jî wê li Tunceliyê 18, li Erzinganê û Îdirê 16, li Agiriyê 13, li Qers û Erziromê 12 û herwiha li Erdêxanê jî 11 pile be.