Türkan Tosun
24 Hezîran 2020•Rojanekirin: 24 Hezîran 2020
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê serê sibê hewa wê kêm ewrayî û sayî, paşê jî dem demî wê perçe ewrayî be.
Piştî nîvro li Erdexan û dora wê tavî û baran wê bibare.
Li herêmê germahî wê li gor demsalê be, ba jî wê ji milê bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî kêm li Erzirom û Qersê 9, li Erdexan û Agiriyê 10, li Erzinganê 14, li Îdirê jî 18 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdirê 35, li Erzinganê 33, li Agiriyê 31, li Erziromê 28, li Qers û Erdexanê 27 pile be.