Önder Beyter
08 Adar 2020•Rojanekirin: 09 Adar 2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê hişyariya cemed, hişkî û şepeyê hat dayîn.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê kêm ewrayî û sayî be û herwiha nîvê şevê û destê sibehê hişkî û cemed dê bikeve erdê.
Li herêma ku germahî dê 2 an jî 4 pile di ser asta demsalê da be, ba jî dê ji milê başûr nerm, carinan jî nîveqewî rabe.
Bi şev germahiya herî nizim ku li Îdirê 7 pile hat pîvan, di bin sifirê da li Agiriyê 7, li Qersê 6, li Erdexanê 4, li Erzirom û Erzinganê jî 2 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde li Îdir û Erzinganê 18, li Erdexan, Erzirom û Qersê 10 û li Agiriyê jî 7 pile be.
Sitûriya berfê li navendên kaşûnê li Erganê 77, Palandokenê 75, li Cibiltepeyê jî 70 santîmetre hat pîvan.
Rayedarên meteorolojiyê ligel hişkiyê, ji bo pal û ciyên bilind ku berf lê heye, hişyariya şepeyê dan û destnîşan kirin ku divê welatî û kesên eleqedar li hemberî rewşên nexweş baldar û bi tedbîr bin.