Önder Beyter
08 Adar 2020•Rojanekirin: 09 Adar 2020
Werzişvan Mizgîn Ay, Ekaterina Atalik, Serap Ozçelik Arapoglu, Îlke Ozyuksel, Deniz Selin Ustundag, Fatma Zehra Kose, Aylin Çakir û Nisanur Erbil ku di warên xwe serkeftinên girîng bi dest xistine, bal kişandin ser wê yekê ku ji dikarin hemû hedefên xwe pêk bînin û bigihîjin armancên xwe.
Peyamên werzişvanên jin ev in:
Mizgîn Ay (Atleta neteweyî ya şampiyona stêrkan a cihanî): "Berî her tiştî divê mirov zehf bixebite. Ez bi ser ketim. Hûn jî dikarin bi ser bikevin. 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz be."
Ekaterina Atalik (Kişikvana neteweyî ya şampiyona Ewropayê): "Roja me ya jinan pîroz be, qet ji bîr nekin ku li paş her mêrekî serkeftî, jineke jîr û serkeftî heye."
Îlke Ozyuksel (Pentatleta nûjen a neteweyî ku 7 rekorên wê yên cihanî hene): "Bi wê hêviyê ku jinên me di civak û werzişê da bêtir rolê werbigirin... 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê pîroz be."
Tîma Neteweyî ya Jinan a Şûr (Deniz Selin Ustundag, Fatma Zehra Kose, Aylin Çakir, Nisanur Erbil): "Gava jin bixwaze dikare di her warî da bi ser bikeve. 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanê ya me pîroz be."