Cüneyt Çelik,Günay Nuh,Hüseyin Demirci,Sidar Can Eren,Yunus Hocaoğlu,Abdullah Söylemez,Fırat Atmaca
05 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2023
Li Erzirom, Qers, Erdexan, Tuncelî û Agiriyê ji ber hewaya sar rûyê gol û newalan qerisî.
Germahiya hewayê li Erziromê di bin sifirê da heta 8 pileyan daket û rê û peyarê cemed girtin.
Ji ber hewaya sar rûyê hinek golên li Çiyayê Palandokenê qerisîn.

Stûriya berfê li Navenda Kaşûnê ya Palandokenê 2 û li Navenda Kaşûnê ya Konakliyê jî 12 santîm e.
Germahiya hewayê li Qersê jî daket û rûyê Çemê Qersê qerisî, li navçeya Sariqamîşê germahî di bin sifirê da heta 12 pileyan ket û camên wesayîtan cemed girt.
Li Erdexanê jî ji ber sermayê dar û deviyan, rê û peyarêyan jî cemed girt.

Li Tunceliyê jî germahiya hewayê bi şev daket bin sifirê û dar û deviyan qeşa girt.
Welatî li ser rêyên cemed girtine bi zehmetî meşiyan.
Li Agiriyê jî ji ber hewaya sar rûyê Çemê Muradê cemed girt.