Ulaş Güven
05 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2023
Berfa li Gevera navçeya Hekariyê ji bo çûn û hatinê rê nade.

Li navçeyê serê sibehê berfê lê kir, çar alî çîl spî bû û qasî çar pêçiyan berf heye. Şofêrên li ser Kolana Îpek Yoluyê bûn ji ber ku rê şemetokî bûye zehmetî kişandin.
Hin welatiyan berfa ser wesayîtên xwe paqij kirin, ekîbên rêvekirinê dest bi vekirina rê kirin û ekîbên trafîkê jî ji şofêran xwestin ku bila baldar bin.