14 Hezîran 2016•Rojanekirin: 15 Hezîran 2016
ŞANLIURFA
Li Şanliurfayê ji fitarê heta paşîvê rojê teqrîben 3 ton kebaba cîgerê tê xwarin.
Şanliurfa ji aliyê çanda xurek va bajarekî meşhûr e. Li bajêr di meha remezanê da xwarina cîgeran li gor mehên din zêde dibe. Ji fitarê heta paşîvê hema bê li her derê bajêr dezgehên seyar tên danîn û dû li ser dezgehan dikeve. Tabûre û maseyên piçûk li ser qaldiriman tên rastkirin û welatî li ser rûdinên û li benda cîgerên ku dipijin, disekinin.
Li bajêr goşt pir tê xwarin û her roj dora 600î pez tê serjêkirin. Heke hewcedarî hebe ji bajarên der û dorê jî cîger tê.
Bihayê cîger navbera 10 û 15 lîreyî da diguhere û dema ku tê pijandin jî bi pîvaz, salete û dew ra tê servîskirin.