Haydar Şahin
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
ŞANLIURFA
Li Siwêreka navçeya Şanliurfayê minibêsa mamoste tê da bûn welgeriya, di qezayê da 6 kes birîndar bûn.
Minibêsa bi pîlaqeya 63 AAS 430 ya Necmî Guldîken diajot li Taxa Çaxlayê ya li kîlomêtreya 15an a rêbeja Siwêrek-Diyarbekirê ji ber berfê ji rê derket û totî rexê rê bû.
Di qezayê da ji mamosteyan Saliha Gurbuz, Halîl Gunaşan, Melba Dabanli, Hulya Erkoç, Mîthat Lale û Gurbet Karakayali birîndar bûn.
Ekîbên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêrekê. Hat ragihandin ku rewşa birîndaran baş e.
Hat ragihandin ku mamosteyan li Dibistana Seretayî û Navîn ya Çaxayê wezife dikirin, dema diçûn xwendingehê qeza çêbû.