Abdullah Tel
17 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2019
KARS
Zexîrefiroş li Qersê bi mebesta ku kevok di van meh û rojên sar û bi berf da birçî nemînin lext diavêjin pêşiya dikanên xwe.
Li welêt sir û seqem zêdeye û li Qersê jî çar alî niha di bin berfê da maye û heywanên li deşt û çolan jî ji bo temînkirina xwarin û xurekê zehmetî dikişînin. Di nav wan heywanan da yên herî bisiûd kevok in lewra ew serê sibehê tên û li pêş dikanên zexîrefiroşan kom dibin.
Kolana Bakircilar a li Taxa Yusufpaşa ya ku dikanên zexîrefiroşan lê ye serê sibê ji bo kevokan dibe meskenê sereke.
Lewra xwediyên dikanên zexîreyê çawa dikanên xwe vedikin ewilî lextê kevokan didin û wisa dest bi karê xwe yê rojane dikin.
Ew kevokên ku mişteriyên zexîrefiroşan ên ewil in berî vekirina dikanê tên û li benda zexîrefiroşan disekinin.
Esnafên bajêr ji bo ku çûk, rewil û heywanên li bajêr ji birçîna hişk nebin wan bi destê xwe xwedî dikin.
Serê sibehê dema dest bi kar dikin berî ku hêj qelebalixî tuneye ew ji bo kevok û çûkan lext diavêjin ber dikan û ser kolanê. Welatî jî ji ber vî karê xweş esnafên xwe pîroz dike.
- "Zivistan bi zehmetî derbas dibe û çûk nikarin xwarin û xurekê temîn bikin"
Ji esnafên bajêr Firat Irak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi taybetî jî ji ber zêdebûna berfê çûk di temînkirina xwarin û xurekê da zehmetî dikişînin û wiha pê da çû: "Lazime di van meh û rojên sar da heywan neyên jibîrkirin. Divê herkes ji bo wan xwarin û xurekê deyne cihekî. Heywan di mehên din da dikarin bi hêsanî xwe têr bikin lê zivistanê ev zehmetire. Em jî serê sibehê dema ku tên dikanên xwe vedikin lext diavêjin pêş kevokan. Ew jî hîn bûne û li ber dikenê serê sibehê li benda me disekinin."
- "Mişteriyên me yên ewil çûk in"
Ji zexîrefiroşên bajêr Muhammet Nurî Tor jî got ku li Qersê zivistan bi zehmetî derbas dibe û wiha dewam kir: "Mişteriyên me yên ewil kevok û çûk in û em ewilî wan têr dikin. Serê sibehê zêde kes nayê û naçe. Li vê derê zivistan 7 meh dewam dike û em mecbûrin ku wan xwedî bikin û ev karekî mrovahî ye."
Mehmet Zekî Tor jî destnîşan kir ku serê sibehê dema ew tên kar kevok li ser dar û banan li wan mêze dikin û bi vekirina dikanê jî çavên kevokan li destê esnafên bajêr e.