Haydar Şahin
18 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
BÎNGOL
Li Karliovaya navçeya Bîngolê ekîbên Serwêsa Acil a 112ê û yên UMKEyê 2yê wan zarok 3 kesên li gundên rêyên wan ji ber berfê hatine girtin nexweş ketibûn rakirin nexweşxaneyê.
Ekîb xebatên ji bo vekirina rêyên girtî didomînin, wekî mayîn li ser îxbaran jî xe digihînin nexweşan û wan radikin nexweşxaneyan.
Di vê çarçoveyê da li Bîngolê duh bi şev ekîbên Serwêsa Acil a 112ê û yên UMKEyê 3 nexweş ji gundên rêyên wan hatibûn girtin hildan û gîhandin nexweşxaneyan.
Li ser îxbarên hatin Navenda Kontrol û Fermanê ya Acil a 112ê ekîban Ravza Kalkana 1 salî ya ji gundê Kaşikçiyê, Zeynep Nalbanta 3 salî ya ji gundê Boncukgozeyê, Cuma Karahanê 80 salî yê ji Baxçekoyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Karliovayê.