Müslüm Etgü
13 Îlon 2024•Rojanekirin: 14 Îlon 2024
Li Karakopruya navçeya Şanliurfayê minîbus li traktorê qelibî û di qezayê da 12 kes birîndar bûn.
Minîbûsa bi plaqeya 01 ALU 283 ku Huseyin Karataş (22) diajot, li ser rêbeja Şanliurfa-Bozovayê nêzîkî taxa Tulmenê ji para va li traktora bi plaqeya 63 ZF 031 ku Osman Baz (68) diajot qeliband.
Di qezayê da ajovanê minîbusê Karataş û 11 kesên di heman wesayitê da birîndar bûn.
Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya birîndarê bi regez Sûriyeyî Elî Mihemed (31) giran e.