06 Cotmeh 2021•Rojanekirin: 07 Cotmeh 2021
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî û hin herêm spî bûn.
Serê sibê li navçeyê baran barî û piştî nîvro jî berf barî.
Li hin deverên navenda navçeyê û Soganli û çiyayên Allahuekberê bi berfê spî bûn. Berfê û rengên payîzê li navçeyê dîmenên xweş derxistin holê.
Ji welatiyan Kadîr Edîzdag diyar kir ku wexta li Sariqamîşê berf dibare, ew şa dibin.
Edîzdag wiha dewam kir, "Ji ber ku navçeya me warê berfê ye, bira ji bo tesîsên xweşiqitandinê ser xêrê be."
Ji aliyê din va gundê Sarigunê yê li ser navçeya Selîmê û beldeya Dagpinarê ya li ser navçeya Dîgorê jî bi berfê spî bû.