Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci
25 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 31 Tîrmeh 2025
Li Sariqamîşa navçeya Qersê ku yek ji deverên zivistan lê dirêj e, bi vebûna kulîlkan va perperokên rengîn derketin holê.
Sariqamîş bi daristanên sariçamê û siruşta xwe ya dewlemend va ji bo gelek heywanên kovî yên di nav da hirç, gur, werşeq, beraz û rovî jî hene ra stargeh e û cihekî navdar e.
Ji ber zivistana dirêj li navçeyê havîn dereng dest pê dike.
Li navçeyê piştî baranê siruşt bi kulîlkan geş bû û perperokên curbicur derketin holê.
Kesên siruştê hez dikin û wênekêş li çol û bestan digerin û dîmenên perperokên rengîn dikşînin.
Koordînatorê Zanistê yê Komeleya KuzeyDogayê Emrah Çoban ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku li Sariqamîşê hewa sar e û ji ber vê jî dema zêdebûn û cotbûna heywanan jî pir kin e.
Çoban wiha axivî: "Bi guherîna avûhewayê ra ev dema kin jî di demên hinekî cuda da çêdibe. Ji ber ku perperok li ber germê pir hesas in, dema wan hatiye ku piştî baranê û hilatina rojê ew ji xewa zivistanê hişyar bibin. Wekî cureyekî hejmara perperokan zêde bû. Perperok vê dema kurt a di çerxa jiyana xwe da pir zû bi kar tînin, xwarinên pêwîst ji kulîlkan digirin, derbasî forma hilberînê dibin û dû ra jî dîsa dikevin xewa zivistanê."
Wênekêş Omer Ayan jî anî ziman ku piştî baranê kulîlk vebûn, perperok derketin holê ku ew wêneyên perperokên rengîn ên li ser kulîlkan danîne dikşînin.