Hüseyin Demirci
17 Adar 2024•Rojanekirin: 21 Adar 2024
Navenda Xweşiqitandinê ya Sariqamîşê ya Qersê di meha adarê da jî mazuvaniya kesên ku dixwazin bên kaşûnê dike.
Li vê navenda ku bilindahiya wê 2 hezar û 634 mêtro ye qalindahiya berfê gihîştiye 180 santîmêtroyî.
Navend di nav daristanên çamê yên Sariçamê da ye û bi berfeke krîstal nixûmiye ku ev der di nav navendên girîng ên tûrîzma zivistanê ya Tirkiyeyê da ye cihekî girîng digire.
Welatiyên ku li çar aliyê welêt dijîn di meha adarê da jî tên navendê ku kêfa kaşûnê bikin.
Hîndekarê xweşiqitandinê û snowboardê Alper Laçîn ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand heyama xweşiqitandinê li Sariqamîşê dewam dike.
Laçîn got bi vê berfa ku nû barî va gelek kesên din jî hatin navendê û wiha axivî: "Piştî barîna berfê siruşta bêhempa ya Sariqamîşê û bedewiya berfa krîstal dîsa derket holê. Em her kesî vedixwînin li vir. Em hêvî dikin ku hûn ji vê bedewiya bêhempa bêpar nemînin."
Firuze Soyaka ku ji Kastamonuyê hatiye jî diyar kir ku di nav daristanên Sariçamê da xweşiqitandin pir xweş e û wiha got: "Ez ji bo kaşûnê hatim Sariqamîşê, li vir hewa û dîmen pir xweş e, em li bendê ne ku her kes bê."