Haydar Şahin
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 14 Hezîran 2020
Li Sarîqamîşa navçeya Qersê hirçên gelek caran ji bo xurekê dadikevin nav taxan welatiyan dixin fikaran.
Hirçên boz ên dadikevin Înonu û Îstiklala taxên nêzî daristanê li ser sergoyan li xurekê digerin.
Hirçên li kûçe û kolanan bi kudikên xwe ra digerin carinan dikevin apartmanan û gelê ji ber vê di tirsê da ye.
Di dîmenên kameraya AAyê da tê dîtin ku hirça boz bi kudikên xwe ra zikê xwe têr dike û paşê di nav taxê da digere.
Erhan Bulutê welatî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku îsal hema bêje her roj hirç dadikevin nav taxê.
Bulut destnîşan kir ku hirç dadikevin nav taxê ev hem ji bo hirçan hem jî ji bo gel xeternak e û wiha pê da çû: "Em wekî gelê sîteyê ji vê rewşê aciz dibin. Hem ji bo heywanan hem jî ji bo însanan dibe ku wehşetek çêbe. Hirçên bi kudikên xwe ra tên heke saqesaqî bi merivan ra li hev biqelibin dibe ku encamên neşab derkevin. Her êvarê tên vê derê. Li ser sergo zikê xwe têr dikin. Dibê wisa bikin ku hirç li qada xwe ya tebiî bimînin."