Haydar Şahin
13 Hezîran 2020•Rojanekirin: 16 Hezîran 2020
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê Geliyê Gursê yê dora 12 gundên berhemên dîrokî û malên kevîrên lê hene dipêçe ji bo ziyaretvanan amade ye.
Geliyê 20 kîlomêtre li dûrê Mêrdîna navenda şaristaniyê bi kelhên dîrokî, qesr, tirbe, mizgeft, xan û dêrên ji heyamên Roma, Bîzans, Selçûqî û Osmaniyan mane û malên kevirîn va balê dikişîne. Li gelî 7 tesîsên di nav wan da hewza sobaniyê, qadên seyranê, restoran hene xizmetê didin.
Li geliyê li herêmê wekî "bihuşta veşartî" tê binavkirin ji bo ziyaretê tevdîrên dijî vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hatin hildan.
Ekîbên Serokatiya Daîreya Karên Tenduristiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li tesîsên gelî xebatên dezenfektekirin domandin.
Li geliyê ji gundên Soxanlî û Erdemê dest pê dike û hetanî gundê Ziyaretê 6 kîlomêtreyan dewam dike qadên meşê yên tebiî, şirşirneg û seyrangeh ji bo ziyaretvanan dibe firsenda bêhndayînê.
Welatiyên li textên dane ser çêm li gor tevdîran bêhna xwe didin û hênik dibin li qadê jî kêfa seyranê derdixin.
Geliyê Gursê li benda tebîethezan e
Li gelî hêşînahiya qadê û kaniyên avê di nav hev da ne û çîkeçîka dengê çivîkan e. Gelî li benda hezkiriyên tebîetê ye ku dixwazin werin bigerin.
- "Em li benda her kesî ne"
Sabrî Aslanê tesîsa masiyên deqsor dide xebatê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji bo geliyê 12 gundan dipêçe xizmetê bide turîzmê tesîs vekirin.
Aslan destnîşan kir ku havînan Mêrdîn zehf germ dibe, welatî ji bo hênik bibin, bêhna xwe bidin û seyranê bikin tên vê derê.
Aslan got ku salên berê gelek ziyaretvan dihatin vê derê, îsal ji ber Kovîd-19ê hejmara ziyaretvanan kêm bû û wiha axivî: "Înşallah nexweşiyê bi tevahî xilas bibe. Hêviya me ew e ku dîsa wegerin rojên berê. Vê derê wekî cineta veşartî tê nîşandan. Gelek ciyên li benda kefê hene. Em li benda her kesî ne."
- "Oksîjen û hizûra wê zêde ye"
Selîm Ekînciyê li gundê Elî Paşayê bi malbata xwe ra tesîsê dixebitîne jî got li gelî dîrok û tebîet di nav hev da ye.
Ekîncî destnîşan kir ku masiyên deqsor xwedî dike, ji bo ziyaretvanên li textên ser avê rûdinin wan dipêjîne û wiha pê da çû: "Çem di nav du çiyan da ye, li herdu aliyên çêm gund hene. JI bo jiyanê ciyekî xweş e. Oksîjen û hizûra wê zêde ye. Li vî gelî demderbaskirin gelekî bi kêf e."
- "Ez ê her tim werim vê derê"
Mehmet Nur Gorgunê welatî jî got cara ewil e tê gelî û heyran ma.
Gorgun got dema hêşînayî û av di nav hev da dît şaş û metel ma û wiha axivî: "Ev dera ya rastî bêhempa ye. Em li herêmeke germ dijîn. Ji ber ku li vê derê me, kêfxweş im. Ez ji her kesê keda wî tev bû ku em vê derê ziyaret dikin ra sipas dikim. Ez ê her tim werim vê derê."
Gorgun got ku di pêvajoya vîrusa koronayê da girîngiya ciyên wiha baş fehm kirin.
Îbrahîm Aslan jî got ji bo bêhna xwe bidin bi hevalên xwe ra hat vê derê û wiha pê da çû: "Em bi malbatî di hefteyê da rojekê teqez tên vê derê. Ev dera cinetek e ku di nav çiyan da hatiye veşartin. Av, hêşînayî, hizûr li vê derê ne. Em li benda her kesî ne ku bira werin vê derê bibînin."