İbrahim Atmaca
08 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê bi destpêka demsala payîzê ra welatiyan dest bi daweşandina gûzan kir.
Welatiyan bi darên dirêj va gûz daweşandin û berhev kirin.
Ji welatiyên ku gûz daweşandin Diyar Karadeniz got ew her sal di cotmehê da dest bi daweşandina gûzan dikin û wiha dewam kir: "Em qalikê gûza ser radikin û gûzan dibin malê. Em gûzan ziwa dikin û zivistanê dixwin."