Nihat Kavşut
10 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2020
Li Tunceliyê Zerîcan Tunça 74 salî hê jî bi kelecaneke mezin tevnên jê ra dibêjin "carcim" û mîna berê êdî nayên raxistin çêdike.
Zerîcan Tunça li Taşitliya gundê navçeya Xozatê çêbûye û di 15 saliya xwe da ji pîra xwe çêkirina carcimên bi destan tên çêkirin hîn bûye li gund demekê ji ber sedemên curbecur navber daye çêkirina cîcîman.
Zerîcana ku par seh dike li Dibistana Hunerê ya Êvarê û Navenda Perwerdeya Gel atolyeya carciman hatiye vekirin di vî emrê xwe yê mezin da ji bona karê xwe bidomîne û pêşva bibe tevlî qursan dibe.

- Piraniya zemanê xwe li ber tevnê derbas dike
Zerîcana sibehê zû tê atolyeyê hiriya bizin û mihan ya ji gundan tê komkirin li kerkîtê dixe û dike ta û teşiyê badide.
Zerîcan tayên çêdike bi kurm/boyaxên ji kokên giha tê hazirkirin rengo rengo dike û jê kilîm, heqîb, telîs û gilaxeyan çêdike.
Zerîcan Tunç di carciman da nexşên geometrîk, resmên heywanan û tebîetê diemîle û ji bona ev huner derbasî nifşên nû bibe jî li Navenda Perwerdeya Gel qursan dide.
Zerîcan Tunça daxuyanî da nûçegihanê AAyê diyar kir berê çêkirina carciman zêde bû.

- "Berê me pez dibirî û hiriya wan di çeman da dişûşt"
Zerîcanê diyar kir ev kar ji ber teknolojiyê wenda bû û wiha got: "Berê ji bona çêkirina carciman me pez dibirî û hiriya wan di çeman da dişûşt û jê ta çêdikir. Me kokên giha û qalikên hin daran kom dikir û dikeland. Tayên xwe dikir nav avê rengê xwe hildidan. Me tevna xwe li erdê li dar xist û carciman çêdikir. Carna me wek diyarî dida mêvanên xwe yan jî li mala xwe radixist."
Zerîcanê destnîşan kir bi saya Navenda Perwerdeya Gel kêfxweş in ku cardin dest bi çêkirina carciman kirine û got ku bi saya qursan me karê xwe pêşva bir û ez dixwazim ciwan vî karê dayik û pîrikan hîn bibin.