İbrahim Atmaca
22 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 24 Berfanbar 2019
Gola Çildirê di nava sînorê Qers û Erdexanê da ye, zivistanê ji ber ku rûyê wê bi temamî diqerime wek usûla Eskîmoyan cî bi cî tê qulkirin û di qulan ra masî tên girtin û turîst bi xizekên hespan va li ser digerin. Rûyê golê îsal jî bi sermayê qeşa girt û dîmenên xweşik derxist holê.
Gola Çildirê ya ku 45 kîlomêtro dûrî Erdexanê ye, her demsal xweş e.
Zivistanê rûyê golê bi temamî diqerime, rastî eleqeya turîstên xwemalî û biyanî tê.
Îsal ji ji qeraxan dest pê kir û qerimî. Ji aliyê gundê Akçakaleyê va ku dikeve aliyê Erdexanê, rûyê golê 5 santêm qerimî.
Dîmena golê bi taybetî zivistanê xweş dibe û wexta ku roj diçe ava, dîmenên xweş dertê holê. Ziyaretvan li ser qeşaya rûyê golê dimeşin û bi xizekan xwe dişqitînin û çayê vedixwin.
Guzel Yucela ku ji bo dîtinaya Gola Çildirê ji Îzmirê hatiye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku golê ew hejmetkar hiştin û ew pir kêfxweş bû ku hat vê derê.
Yucelê wiha xeberda, "Min berî niha tiştekî wiha nedîtibû. Cihekî newaze ye. Ez çima ev qas dereng hatime vir. Em dixwazin havînê jî werin û bi kelekê ser bigerin. Ev der cihekî pir xweş e."
Zeynep Dereciyê jî got ku ew cara ewil li ser cemedê dimeşe û kelecaneke mezin e.
Turhan Kiliçê ku li gundê Akçakaleyê loqinteya wî ya masiyan jî heye, ji mişteriyên xwe yên ku hatine dîtinaya golê ra çay çêkir û li ser qeşaya rûyê golê mase danî û çay da ziyaretvanan.