Haydar Şahin
20 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2019
Ji bo zarokên li Til Ebyada navçeya Sûriyeyê ya bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hat paqikirin bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê li sînemeyê fîlm hat nîşandan.
Li ser hesabê twitterê yê Wezareta Parastina Neteweyî hat diyarkirin ku ji bo zarokên ji Til Ebyadê rojên dijwar ji bîr bikin bi tevkariya Wezareta Çand û Turîzmê li sînemeyê fîlm dan temaşekirin.
Zarokan gotin ku bi navbeynkariya wesayîta "Sînemeya Gerok" a wezaretê cara ewil li sînemeyê fîlm temaşe kirin û ji bo vê ji Tirkiyeyê ra sipas kirin.
Jineke ji Til Ebyadê jî Tirkiyeyê ra sipas kir û got, "Dewleta Tirkiyeyê alîkarî da gelê Til Ebyadê. Em ji nû va gihîştin her tiştên xwe. Sîneme anîne Til Ebyadê, zarokên me şa kirin. Zarokên me kêfxweş bûn. Em ji we ra sipas dikin. Bi saya wan 2 meh e xwendingeh vekirî ne. Mamoste dersê didin zarên me. Em ji bo alîkariyên dide ji dewleta Tirkiyeyê û eskeran ra sipas dikin."