Cüneyt Çelik,Özgen Beşli
08 Sibat 2026•Rojanekirin: 17 Sibat 2026
Li ser Gola Çildirê ku dikeve navbera sînorên Qers û Erdexanê "Şahiya Cemedê" hat lidarxistin.
Walîtiya Qersê ji bo danasîna bajêr û Gola Çildirê, "Şahiya Cemedê ya 2yemîn" li dar xist û şahî rengîn derbas bû.
Çalakî li navçeya Arpaçayê, texma Xaniyê Kutûkê hat lidarxistin. Çalakiyê bi pêşandina ekîba Lîstikên Gelêrî yên Kafkasê û Lîstikên Gelêrî yên Herêmî va dest pê kir.
Di çalakiyê da pêşbaziya xizekên ku hespan kişandin, hokeya cemedê, patena cemedê ya senkronîze û artîstîk hatin lidarxistin.
Werzişvanên ku di pêşbaziyan da bi ser ketin, endamên protokolê xelat dan wan.
Şahî bi konsera Salih Yilmaz va kuta bû.
Waliyê Qersê Ziya Polat, Parlamenterê AK Partiyê Adem Çalkin, Qaymeqamê Arpaçayê Muhammed Burak Akkoz û gelek ziyaretvanên xwecî û biyanî beşdar bûn.