Cüneyt Çelik
18 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2024
Werzişvanên patena cemedê yên ji Stenbolê hatin herêmê li ser Gola Çildira ya qeşagirtî ya li ser sînorê Qers û Erdexanê xwepêşanek li dar xistin.
Li ser vexwendina lêkolînêrê Zanîngeha Erdexanê Volkan Ozkan, tîmeke ji 38 kesan pêk tê ji Stenbolê hat herêmê.
Roja ewil werzişvanan berfa li ser golê paqij kir û ji xwe ra cihek amade kirin ku bireqisin.
Werzişvanan cil û bergên xwe yên taybet li xwe kirin û li ser gola ku germahiya hewayê daketiye di binê sifirê 10 pileyan hunera xwe nîşan da.
Turîstên li herêmê bi eleqeyeke mezin hunera wan temaşe kir.
Rahênerê patena cemedê Burak Karakaş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ew par bi tîmeke ji 10 kesî pêk tê va hatiye herêmê, lê îsal hejmara wan derketiye 38an.
Karakaş diyar kir ku zivistanê li ser Gola Çildirê rêyeke pir xweş ya ji bo patenê çêdibe û wiha axivî: "Li Swîsre, Danîmarka, Amerîka û Kanadayê reqsa li ser gola cemidî gelekî navdar e. Li Tirkiyeyê jî siruşt derfeteke wiha nuwaze pêşkêşî me dike ku em bikaribin vê werzişê bikin. Heke Gola Çildirê jî navdar bibe em ê kêfxweş bibin."
Werzişvan Kumsal Belînê jî daxuyand ku ew cara ewil e li ser qeşaya siruştî direqise û kêfxweşiya xwe anî ziman.