Önder Beyter
21 Rêbendan 2020•Rojanekirin: 01 Sibat 2020
Li bajêr berfa ku 3 rojan dewam kir, li hin gundan tesîreke neyênî li jiyanê kir.
Li gundê Kadikoyê ku 17 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye, ligel xaniyan, gom û çaviyên din ên malên hin welatiyan di bin berfê da man. Welatiyan bi derfetên xwe berfa li dora xaniyên xwe paqij kirin û derketin derva.
Berfa ku şêniyên gund tengezar kir, ji bo zarokan bû wesîleya şahî û kêfê. Zerokên di betlaneya nîvê salê da ji xwe ra lîstikên berfê leyîstin.
Şêniyê gund Fatîh Komur diyar kir ku îsal berfeke zêde ket.
Komur diyar kir ku berfa bênavber dibare, jiyan li wan tehl kiriye û wiha dewam kir, "Malên me di bin berfê da man. Em bi bêr û berfokan berfa li dora xanî û goman paqij dikin û rê vedikin. Herwiha hewa zehf sar e, hin mal di bin berfê da naxuyên."

Li Rojhilatê rêyên 336 gund û goman ku ji ber barîna berfê hatibûn girtin vebûn
Li Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê rêyên 336 gundan ku ji ber barîna berfê hatibûn girtin, di encama xebatên ekîbên paqijkirina berfê da vebûn.
Li daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin Wanê, ji bo vekirina rêyên 72 gund û goman ku di encama barîna berfê da hatin girtin, xebat dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku ligel erdnîgariya asê û bilind, ekîban 43 rê vekirin û ji bo vekirina 29ên mayîn jî xebatên xwe didomînin.
Ekîbên Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 11emîn jî ligel îhtimala rûdana rewşên nexweş, li deverên destnîşankirî di amadebaşiyê da ne.
- Hekarî
Li gorî daxuyaniya Walîtiya Hekariyê, li Hekarî û navçeyên wê di encama xebatên ku ji duh vir va dewam dikin da rêyên 66 gund û goman vebûn. Ekîbên paqijkirina berfê yên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê ji bo vekirina rêyên girtî yên 21 gund û gomên mayîn jî xebatên xwe didomînin.

- Bidlîs
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê ya Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Bidlîsê Umît Kurtkan diyar kir ku ji rêyên girtî yên 166 gundan jê rêyên 132 gundan hatin vekirin. Kurtkan herwiha bal kişand ku di rêyên 34 gundan da jî xebatên vekirinê dewam dikin û herwiha ekîbên hawarçûnê jî di amadebaşiyê da ne.
- Mûş
Sekreterê Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Mûşê Şeyhmus Yentur jî diyar kir ku li bajêr rêyên 95 gundan ku duh di ecama ketina berfê da hatin girtin, hemû vebûn. Yentur herwiha diyar kir ku di rêyan da ekîb dixebitin ku rêyan firehtir bikin. Yentur herwiha ji ber ked û xebata wan, sipasiya ekîbên paqijkirina berfê kir. Ji aliyekî din va li rêbejaya Mûş-Bidlîsê ajokaran ji ber mijê zehmetî kişandin.
- Hişyariya cemed, hişkî û mijê
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 14emîn, tê texmînkirin ku li herêmê bi giştî hewa dê pir ewrayî be, li dewrûbera Hekariyê serê sibehê berfeke hûr dê bibare. Herwiha destê sibehê û nîvê şevê ligel cemed û hişkiyê, bûsî û cih cihan jî mij dê çêbe.
Li herêmê herwisa germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji milê bakur û rojhilatê bakur nerm, carinan jî nîveqewî rabe. Tê texmînkirin ku germahiya herî bilind a rojê li Wanê 1, di bin sifirê da li Hekarî û Bidlîsê 3, li Mûşê jî pileyek be.