İbrahim Atmaca
20 Îlon 2020•Rojanekirin: 21 Îlon 2020
Li Silopiyê mamosteyan dibistan boyax kir.
Midûra Lîseya Îmam Xetîbê ya Anadoluyê ya Silopîyê Hîlal Babahanê û mamosteyên wezîfedar dibistan hemû boyax kir û ji bo xwendekaran amade kir.
Babahanê diyar kir, di pêvajoya pandemiyê ji bo ku xwendekar li cihekî baştir perwerde bibin, wan dibistan boyax kir û ji bo keda mamosteyan spasiya wan kir.
Alîkarê Midûr Umît Parlak jî diyar kir, ew kêfxweş in ku wan di demeke kin da dibistan ji bo perwerdeyê amade kir û wiha dewam kir: "Her çend dawiya hefteyê be jî me bi hevalên xwe yên mamoste ra polên dibistanê şûştin û paqijî kir."