19 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2015
ANKARA
Di operasyonên ku di çarçoveya têkoşîna bi terorê re de ev 4 roj in berdewam dikin de li Cizîrê 78, li Silopiyê 6, li Sûra navçeya Diyarbekirê 16 û Dargêçita navçeya Mêrdînê 10 bi tevahî 110 terorîst hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku li herêmê ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidesxistin di operasyonên ku ev 4 roj in berdewam dikin de li Cizîra navçeya Şirnexê 78 terorîst hatin kuştin. Ji van terorîstan 64ê wan mirî, 7ê wan birîndar yek jî sax hat bidestxistin.
Hêzên ewlehiyê her wiha li Silopiya navçeya Şirnexê 6, li Sûra navçeya Diyarbekirê 16, li Dargêçita navçeya Mêrdînê jî 10 terorîst kuştin.