Haydar Şahin
09 Gulan 2020•Rojanekirin: 10 Gulan 2020
Ajokarên tiran ên ji Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiya navçeya Şirnexê ra bar dibin Iraqê di meha remezanê da dikevin tatêla şîvê.
Ajokarên tiran ên di meha remezanê da bar dibin Iraqê û ji malbatên xwe dûr dimînin li parka tiran a li nêzî Deriyê Sînor ê Xabûrê bi xureka ji xwe ra anîne va rojiya xwe xwe vedikin.
Ajokar şîva xwe li sifreyên li rexê tirên xwe datînin vedikin.
Mehmet Durmuşê ajokar diyar kir ku di remezanê da ji malbatên xwe dûr dimînin gelekî tengasiyê dikişînin û got, "Şikur ji Xwedê ra em rojiya xwe digrin."
Emircan Demir jî destnîşan kir ku li qada parka tiran amadehiyên fitarê dikin, ji malên xwe dûr in û gelekî bêriya malên xwe dikin.
Demir wiha axivî: "Xwedê rojiya me gişkan qebûl bike."