Günay Nuh,Cüneyt Çelik,Hüseyin Demirci,İdris Karaoğul
14 Mijdar 2024•Rojanekirin: 16 Mijdar 2024
Li Qers û Erdexanê ji ber sermayê dar û beran qiravî girt, çem û gol jî cemidîn.
Li bajêr germahiya hewayê di binê sifirê da daket 10 pileyan, mij û qiravî çêbû.
Ji ber qiraviyê dar û ber spî bûn.
Li navçeya Sariqamîşê mij û qiravî çêbû.
Li navçeyê mesafeya dîtinê ji ber mijê kêm bû û daket 10 mêtroyan, Çemê Çamaşirê jî ji ber sermayê qeşa girt.
- Erdexan
Li Erdexanê jî hewa sar e.
Li bajêr bi şev germahiya hewayê di binê sifirê da daket 8 pileyan.
Ji ber sermayê rûyê Çemê Kurayê qeşa girt.
Li ser dar û beran jî qiravî çêbû.